Serokomarê Tirkîyeyê Serokê Giştî yê HUDA-PARê  qebûl kir

.

Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan îro(17.12.2020) Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam qebûl kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam civiyan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh Koşka Serokomartiyê pêşwazî li Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam kir.

Derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji aliyê HUDA-PARê daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya HUDA-PARê de hat gotin: “Serokê me yê giştî Îshak Saglam li Kullîyeya Serokomartiyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Serokê me yê giştî derheqê mijarên di rojevê de fikr û ramanên xwe ji Birêz Serokomar re vegot. Hevdîtineke bi bereket û xweş bû.”

Herwiha derbarê hevdîtina ku hat kirin de li ser medyaya civakî ji aliyê hesaba medyaya civakî ya Serokomartiya Tirkiyê ve daxuyanîyek hat belavkirin tê de hate gotin ku “Serokomar Erdogan, Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam li Kullîyeya Serokomartîyê qebûl kir.” Lê derbarê naveroka hevdîtinê de ti zanyarî belav nekir.

Îshak Saglam jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihan ku fikr û ramanên xwe yên derbarê pirsên welat de ji Erdogan re vegotine.

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan