Serokkomarê Tirkiyê dîroka hilbijartinan eşkere kir

.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro dîroka hilbijartinên Serokkomarî û giştî ya 28emîn ya parlamenteran wek 14ê Gulanê eşkere kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê 10 Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara nûkirina dîroka hilbijartinên pêwîst bû 18ê Hezîrana îsal bihata kirin îmze kiriye û dê 14ê Gulanê hilbijartinên Tirkiyê bên kirin.

Erdogan got: “Erdogan got “Bi rayeya ku xala 116an a Destûra me daye, min biryara nûkirina hilbijartinan bo 14 ê Gulanê îmze kir ku divê di 18ê Hezîrana 2023an bihatana kirin.”

Li gor vê biryarê hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 2023an dê Roja Yekşemê 14ê Gulanê bên kirin. Ev biryar sibê 11ê Adarê dê di Rojnameya Fermî de bê belavkirin.

Siyaset Haberleri

Dijîterora Kurdistanê: Êrişî ofîsa taybet a Serokwezîr hat kirin
Ji Serok Barzanî peyama 80emîn salvegera PDKê: Erkê sereke yê PDKê xizmeta gelê Kurdistanê ye
Axios: Amerîkayê bi rêya Nêçîrvan Barzanî bi Supaya Pasdaran re gotûbêj kiriye
CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê