Serokên Heşda Şeibî terorîst hatin îlan kirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hinek serkirdeyên Iraqî wek terorîst ragihandin. Ji bo vê jî wêneyên 4 serkirdeyên Iraqî belav kir û got: Van teroristan plana girtina ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê pêkanîye.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Amerîka Pompeo di twîtter a xwe de , wêneyê serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmihdî Mohendis, damezrênerê Hizbulaha Iraqê Hadî Amirî û Serokê Mîlîşyaya Asayib Ehulheq Qeys Xezalî belav kirin.

Pompeo Ebû Mehdî Muhendis û Qeys Xezalî bi terorist binav dike û Hadî Amirî û Falih Feyaz jî wek şêwirmendên  Îranê binav dike.

Roja 31ê Kanûna 2019an alîgirên Hizbulaha Iraqê li pêş Balozxaneya Amerîka li Bexdayê kom bûn û nezarîbûna xwe ji bombebaran kirina pêgehên Hizbulahê yên li Iraq û Sûrîyê nîşan dan.

Di encama bombekirinê de 28 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û zêdetir ji 50 çekdarî birîndar bûn.

Hêzên Heşda Şeibî ragehand, ji encama teqe û bikarhînana gaza rondirêj ji alîyê balyozxaneya Amerîkayê ve, 62 kes birîndar bûne.

Rojeva Kurd

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin