Serokê parlementoya Iraqê daxwaz ji Berhem Salih kir kesekî nû li şûna Ebdulmehdî destnîşan bike

Serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî daxwaz ji serokomarê wî welatî kir di nav 15 rojan de kesekî li şûna serokwezîrê îstifakirî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî destnîşan bike.

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî roja 30 Mijdara îsal îstifaya xwe pêşkêşî parlementoya Iraqê kir, parlementoyê jî roja 1 Kanûna îsal îstifaya wî pesend kir. Niha Iraq bê serokwezîr e.

Serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi fermî ji serokomarê Iraqê Berhem Salih daxwaz kir di heyama 15 rojan de kesekî nû li şûna Adil Ebdulmehdî destnîşan bike.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir