Serokê  PAKê Seredana Serokê HAK-PARê Kir

Heyeteke PAKê ku ji Serokê Giştî yê  PAKê  Birêz Mustafa Özçelik, Cîhgîrên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan  Kasim Ergün û Mehmet Gül, Endamê Meclîsa  PAKê birêz Seyid Bayram ve  pêk hatî, roja 28.12.2019an seredana Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê kirin.

Heyeteke PAKê ku ji Serokê Giştî yê  PAKê  Birêz Mustafa Özçelik, Cîhgîrên Serokê Giştî yê PAKê Birêzan  Kasim Ergün û Mehmet Gül, Endamê Meclîsa  PAKê birêz Seyid Bayram ve  pêk hatî, roja 28.12.2019an seredana Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir û rêvebirên HAK-PARê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta HAK-PARê ji Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir,  Serokê Teşkîlata Stenbolê birêz Mustafa Aytaş,  endamên Meclîsa HAK-PARê yên berê birêzan Bari Tunç û Ahmet Engin û endamê Meclîsa HAK-PARê  birêz  Sabri Serin pêk hatibû.

Di vê seredanê de Serokê Giştî yê  PAKê  Birêz Mustafa Özçelik  û heyeta PAKê pîrozbahîya Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir kirin.

Heyetên PAKê û HAK-PARê di derbarê  pêşdebirina peywendîyên  herdu partîyan de daxwaz û fikrên xwe anîn ziman. Herweha di derbarê rewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.Herweha ji bo di rojên pêş de hûnandin û pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan de hevdîtineke baş bû.
28.12.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin