Serokê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Ebdullah Muhtedî û Rêzdar Omer Îlxanîzade ra şand

.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Ozçelîk peyameke pîrozbahîyê ji Rêzdar Ebdullah Muhtedî û Rêzdar Omer Îlxanîzade ra şand

.....................

Rêzdar Ebdullah Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

Rêzdar Omer Îlxanîzade, Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê

Rêzdaran

Îro em bi dilxweşîyeke mezin bi yekgirtina Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê agahdar bûn.

Em di wê bawerîyê da ne ku, ev yekbûna herdu partîyan dê hêzeke mezin bide têkoşîna azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgirên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) cenabên we û hemû xuşk û birayên me yên xebatkar û têkoşerên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê pîroz dikim û em dê her piştgir û alîkarên doza rewa ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê bin.

Bi rêz û silaven xwe

21.11.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin
Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike
PKKyê xalên xwe yên kontrolê yên li Şingalê radestî hêzên Iraqî kir