Serokê PAKê Ozçelîk: Divê partiyên Kurdistanî tifaqa xwe ava bikin

.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li ser tifaqa partiyên Kurdî ji bo hilbijartinên Tirkiyê diyar kir, divê partiyên Kurdistanî tifaqa xwe ava bikin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk li ser tifaqa partiyên Kurdî ji bo hilbijartinên Tirkiyê diyar kir, divê partiyên Kurdistanî tifaqa xwe ava bikin.

Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser siyaseta aliyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê diyar kir: “Em pir bi zelalî dibêjin, beriya her tiştî partiyên Kurd û Kurdistanî, divê li Bakurê Kurdistanê rêyeke nû, maleke nû û adreseke nû ya cuda çêbikin. Evana bi hişmendiya neteweyî û niştimanî, navendeke hevkariyê ya netewî û demokratîk divê li Bakurê Kurdistanê bê avakirin.”

Ozçelîk destnîşan kir: “Em pir bi zelalî dibêjin, bêyî ku em dijayetiya HDP û hinekên din bikin, em alternatîvekê datînin. PAK, PSK, TDK-Tevger, HAK PAR, PDK-Bakur, PDK û grûpên Kurdistanî ku him bernama stratejîk a Kurdistanî û him jî bernama daxwazên acîl bi hev re bimeşînin. Em niha jî dibêjin em amade ne û divê em bikin.”

Li ser wergirtina mafê beşdariya hilbijartinan a HAK PARê, Mustafa Ozçelîk ragihand: “PAK heşt sal in hatiye damezrandin, di navbeyna vê heşt salê de, bi kêmanî me bîst caran bang li hevalên HAK PARê kiriye, me gotiye werin gelek pirs û pirsgirêkên me yên netewî hene, yên Kurdan hene, yên Kurdistanê hene, em bi hev re xebatê bikin, daxuyaniyan bidin, çalakiyan bikin, em hevkariyeke netewî çêbikin, heta îro nehatin bi me re ti hevkarî nekirin. Niha ji bo hilbijartinê heval hatin, li Amedê partiya me jî ziyaret kirin û dixwazin em bi hev re helwesteke hilbijartinê deynin. HAK PARê mafê beşdariya hilbijartinê girtiye, em wan pîroz dikin, ev destkeftiyek e, ji bo Kurdan kî kevirekî deyne ser kevirekî, PAK wê wek yê xwe dibîne.”

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê
Îsraîlê bersivand: Tirkiyeyê bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestand?