Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk: Ez êrîşa nîjadperestî ya li ser kurdên li Parîsê dijîn hatîye kirin şermezar dikim

.

Roja 23ê Çileya Pêşîna 2022yê, kesekî Fransiz ku temenê wî 69 sal e, li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ez vê êrîşa nîjadperestî şermezar dikim.

Sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên vê êrîşê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazim.Serê gelê me sax be.

Serokê Fransayê Rêzdar Emmanuel Macron di derbarê vê êrîşa çekdarî da hevxemîya xwe dîyar kirîye û gotîye kurd bûne armanc. Ji ber vê helwesta cenabê wî, ez spasîya rêzdar Macron dikim û hêvî dikim ku di demeke kurt da sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne dê bêne dîyar kirin û êrîşkar jî dê bê ceza kirin.

Di serî da hemû kurdên ku li dîasporayê dijîn, divê hemû kurdên cîhanê li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî bigirin.

24.12.2022

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin