Serokê PAKê îro (15.09.2021) li Amedê li gel dostên PAKê sohbeteke berhemdar pêk anî

.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik, îro(15.09.2021) li Teşkîlata Amedê ya PAKê li gel beşeke dostên PAKê û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, sohbeteke berhemdar pêk anî.

Ji ber ku cîhê civînê biçûk bû û ji ber tedbîrên Covid-19ê bes kesên ku hatibûn dawet kirin besdarî vê sohbetê bûn.

Di demên pêş de dê ev sohbet berdewam bin.

Li gel rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd û dostên PAKê, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün, Vahit Aba, Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya û hinek rêvebir û endamên PAKê yên Amedê jî beşdarî vê civîna sohbetê bûn.

Di vê civîna sohbetî de, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di heqê rewşa Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û sîyaseta dewletên cîhanê û herêmê de agahdarî dan û bîr û rayên PAKê anî ziman.

Beşdarên civînê jî hinek pirs kirin, bîr û ray û pêşniyarîyên xwe anîn ziman.

Ev civîna sohbetê di atmosfereke dostane , germ û berhemdar de derbas bû

15.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn