Serokê PAKê bi heyetek li Colemêrgê beşdarî şîna rojnamevan Togan bû

Li cîhê şînê heyeta PAKê sersaxî ji Hafiz Togan û ji malbata wan re xwestin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Endamê Komîteya bireveberîya Navendî Feyaz Ekmen, endamên Meclîsê Roza Kurdî, Hanefî Turan, Nimet Mumtaz Aydın, endama Komîteya Swêdê Feray Akar û şêwirmendê Serokê Giştî yê PAKê Eyup Alacabey, roja 16.06.2016 li Colemêrgê beşdarî şîna Ferhad Birûsk Toganê kurê welatperwerê Kurd Hafiz Togan bûn.

Li cîhê şînê heyeta PAKê sersaxî ji Hafiz Togan û ji malbata wan re xwestin. Paşê seredana cîhê şînê yên jinan kirin. Li vê derê jî sersaxîya hevjîn û xuşk û malbata Ferhad Togan kirin.

Ferhad Birûsk Togan rojnamevanekî welatperwer ê Kurd bû û li Fransayê çûbû ber dilovanîya xwedê. Ferhad Birûsk Togan roja 15.06.2016an li Hekarîyê bi merasîmeke girseyî hatibû defin kirin.

Tabûta Ferhad Togan bi ala Kurdistanê hatibû nuxumandin.Heyeteke PAKê ku ji endamên Meclîsê û ji gelek rêveber û endamên PAKê yên Wan û Colemêrgê pêkhatî, roja 15.06.2016an beşdarî mersîma cenazeya Ferhad Togan bibûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist