Serokê nû yê YNKê ji alîyê rêveberîya nû ya wê partîyê ve tê hilbijartin

Çar cîgirên serok dê hebin û yek ji wan dê jin be

Navenda Nûçeyan- Endamekî çaremîn kongireya YNKê ragihand, ewê serokekî nû bo partîyê hilbijêrin û di nav cîgirên serok de dê jinek jî hebe.

Çaremîn kongireya YNKê, ku roja 21 vê mehê dest pê kiribû, heta niha didome.

Endamekî kongireyê bi navê Îbrahîm Celal ji BasNewsê re got, dengdana hilbijartinên endamên encumena giştî ya serkirdetîyê xilas bûye. Îro dê encamên dengdanê bên ragihandin.

Îbrahîm Celal her wiha got, emê serokekî nû jî bo partîyê hilbijêrin lê serok niha nayê hilbijartin, dê piştî 15 rojan û ji alîyê encumena giştî ya serkirdetîyê ve were hilbijartin.

Wî endamê çaremîn kongireya YNKê da zanîn, dê çar cîgirên serok hebin û di nav wan de jinek jî dê hebe.

Heta niha kandîd yan jî kandîdên serokatîya YNKê nehatine ragihandin lê tê gotin ku şansê Berhem Salih (serkomarê Iraqê) zêdetir bo wê postê.

Ji bilî encumena giştî ya serkirdetîyê, encumena bilind ya sîyasî jî heye ku serokê wê Kosret Resûl e.

 Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir