Serokê KKPê Çîftyurek hat desteserkirin

Serokê Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek serê sibehê li Amedê ji alîyê hêzên ewlehîya Tirkîyê ve hat desteserkirin.

 

Navenda Nûçeyan- Polîsan îro serê sibehê li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek de girtin û ew desteser kirin.

Derbarê desteserkirina Çiftyurek de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Nusrettin Maçin ji Rûdawê re got: “Tîmên dijî terora Amedê îro sibehê saet 05.00 operasyon birin ser mala Sinan Çiftyurek. Bi hinceta wergirtina îfadeyê ew desteser kirin.”

Nusrettin Maçin dîyar kir ku hêj sedama desteserkirina wî nehate zanîn û biryar dê îro saet 11.00 parêzgerên wî hevdîtinê ligel bikin.

Ev yek di demekê de ye ku li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê hejmareke siyasetmedar û sivîlên ji rêzê bi hincetên ku li ser medyaya civakî li dijî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê derketine ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkîyê ve hatine desteserkirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist