Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê civiyan

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro pêncşemê 29ê Nîsana 2021ê pêşwaziya Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di civînê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê amade bûn, guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin, bi taybetî hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya bingeh xweşkirina li ber proseyê da ku xizmeta berjewendiya hevbeş a gel û hemû pêkhatên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî bike.

Di civînê de dakokî li ser pêwîstiya derbaskirina nakokî û gengeşe û guftûgo û hevdû têgihiştina di navbera aliyên siyasiyan de kirin û bi girîngiyê ve behsa serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda û civîna li gel serkirde û aliyên Iraqiyan kirin.

Di mijareke din a civînê de guftûgo di derbarê pêkanîna yekrêziya niştimanî û hevdû nêzîkkirina bîr û boçûnan kirin ku ber bi derbaskirina nakokiyan û yekxistina hêz û şiyana wan ya rûbirûbûna her eger û pêşhatan be.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî mijareke din a civînê bû, têda tekez li wê yekê kirin ku nearamiya rewşa siyasî û emnî, xizmetê bi berjewendiya hevbeşa gelên navçeyê nake.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist