Serokê Herêma Kurdistanê serdana Tehranê dike

.

 Serokê Herêma Kurdistanê bi merema tevlîbûna di merasîmên sondxwarina serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê de serdana Tehranê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe (Sêşem, 30.07.2024) bi vexwandineke fermî digehe Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.”

Li dû wê ragehandinê, Nêçîrvan Barzanî bi serkirde û berpirsên bilind ên welatên din ên vexwandî re tevlî merasîmên sondxwarin û destpêkirina karî ya serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan dibe.

Piştî derbazbûna du gerên hilbijartinên pêşwext ên Serokatiya Komara Îranê, li roja Înê, 05.07.2024, Mesûd Pizîşkiyan ê yekane kandîdê reformxwazan bi dengên piraniyê karî li beranberî kandîdê nerîtxwazan, Seîd Celîlî, di gera 14ê ya Serokatiya Komara Îranê de bi ser bikeve û bibe serokê nehê yê Komara Îslamî ya Îranê.”

Biryar e sibe (Yekşem, 30.07.2024) Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pizîşkiyan kandîdên postên wezarî yên kabîneya xwe bibe perlemanê, ji bo ku piştî pejirandina wê kabîneyê wezîr sonda qanûnî bixwen û hikûmeta nû dest bi karê xwe bike.

 (K24)

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir