Serokê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê ye

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê ye û dê bi partiyên siyasî re hevdîtin bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibehê gihîşt bajarê Silêmaniyê.

Nêçîrvan Barzanî li devera Qelaçolan ya Silêmaniyê beşdarî merasima derçûna efserên kolêja serbazî bû. Merasim heta niha jî berdewam e.

Piştî merasimê, Nêçîrvan Barzanî dê bi berpirsên YNKê, Gorran, Yekgirtû û Komel re bicive.

Di civînan de dê rewşa siyasî ya Kurdistanê û Iraqê bên axaftin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN