Serokê Herêma Kurdistanê bi Elî Bapîr re hevdîtin kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê re hevdîtin kir.

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê re hevdîtin kir.

Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê serdana navenda giştî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê kir û ji alîyê emîrê Komela Îslamî, Elî Bapîr ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de behsa yekrêzîya kurdan li Bexdayê û rewşa Iraq û Rojhilata Navîn hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî duhî jî çûbû Silêmanîyê û bi berpirsên Gorran û YNKê re hevdîtin kiribû.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist