Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li Hewlêrê Serdana Rêvebirîya ENKSyê Kir

.

Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl, serokê berê yê ENKSyê û endamê Komîteya Birêvebir a ENKSyê Silêman Oso, Berdevkê ENKSyê û endamê Komîteya Birevebir ê ENKSyê Feysel Yûsif û endama Komîteya Birevebir ya ENKSyê Fesla Yûsif ji bo hinek hevdîtinan nuha li Başûrê Kurdistanê ne.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 08.01.2025ê, li Hewlêrê, seredana rêvebirên ENKSyê kir.

Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsûf û Fesla Yûsif pêşewazîya Mustafa Ozçelîk kirin.

Mustafa Ozçelîk serokê nû yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl ji ber vê wazîfeya wî ya nû pîrozbahîya cenabê wî kir û serkeftin ji ENKSyê re xwest.

Mihemed Îsmaîl û heyeta ENKSyê jî ji ber vê seredanê spasîya Mustafa Ozçelîk kirin.

Mustafa Ozçelîk û heyta ENKSyê di derbarê xebtaên xwe û rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê de agahdarî dan hev û bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Herdu alîyan girîngîya berdewamî û xurt kirina peywendîyên PWK û ENKSyê anîn zimên.

Hevdîtina Mustafa Ozçelîk ya li gel rêvebirîya ENKSyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e