Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Sala 2021ê bila li Kurdistanê û li hemû cîhanê bibe sala aşitî, aramî û jîyaneke mirovane û destkeftîyên Kurdistanê bila bêne parastin û geş kirin

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Sala 2021ê bila li Kurdistanê û li hemû cîhanê bibe sala aşitî, aramî û jîyaneke mirovane û destkeftîyên Kurdistanê bila bêne parastin û geş kirin

Sala 2020ê ji bo gelê Kurdistanê û ji bo hemû mirovahîyê, sala kareseta Pandemîya Covîd-19yê bû.

Me wek milet saleke din jî ya bi êş û xeman ve dagirtî li dûv xwe hişt.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de, ev karesat û xeterîya Pandemîya Covîd-19yê bi dawî bê û hemû mirovahî ji vê belayê xelas bibin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de, bi hûnandin û geş kirina hişmendîya netewî û niştimanî, bi têgihîştineke ji dîroka xwe ders derxistinê, bi xurt kirin û geş kirina hêvîyên xwe, em dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de bila fedakarî, dilsozî, biryardarî, xebat, nefsbiçûkî, rêz li hev girtin, lêgerîn û ava kirina hevkarî û tifaqên welatperwerane, bawerîya bi doza azadîyê bibe şirîk û rêbaza jîyana me ya şexsî, sîyasî, civatî, netewî.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de li Bakurê Kurdistanê di nava potansîyela herî berfireh ya gelê Kurdistanê de li ser daxwazên acîl yên netewî, niştimanî hevkarî û tifaq bêne ava kirin,şer raweste û rêya xebat û çareserîya sîyasî, demokratîk, sivîl vebe.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de bi yekrêzîya hemû partîyên sîyasî yên li Başûrê Kurdistanê û bi piştgirî, hevkarî û alîkarîya hemû Kurdên cîhanê, destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê bêne parastin; Kerkûk, Şingal û hemû navçeyên dagirkirî vegerin ser desthilatdarîya Serokatî, Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de li Rojavayê Kurdistanê PYNK, ENKS û hemû partîyên Kurdan li ser îdareyeke hevbeş ya leşkerî, sîyasî, aborî, dîplomasî û îdarî li hev bikin, destkeftîyên heyî biparêzin, wek alîyekî rêya destkeftîyên netewî, demokratîk yên pêşdetir xurtir bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de ,li Rojhilatê Kurdistanê hemû partîyên netewî, niştimanî yekrêzîya xwe ava bikin û bi amadeyîyeke hîn organîzetir û xurtir ji guhertinên ku dikare rûbidin xwe amade bikin.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2021ê li her derê cîhanê de rêya jîyaneke mirovane, azad,demokratîk, adilane, aştîyane,wekhev ji hemû mirovahîyê re veke.

Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2021ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibe şirîkê jiyana me, bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû ya gelê me yê li Kurdistanê û li her welatekî cîhanê û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim.

31.12.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!