Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Teşkîlata PAKê ya Batmanê bi rêveberên PAKê re civînek li dar xist

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik îro(26.01.2021) li Teşkîlata PAKê ya Batmanê bi rêveberên PAKê yên Batmanê re civînek li dar xist.

Ji ber tedbîrên pandemîya Covid-19ê ev civîn bes bi rêveberên PAKê yên li Batmanê ve hatibû sînorkirîn.

Di civînaê de li ser 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên PAKê hatin nirxandin. Di derbarê van mijaran de Mustafa Özçelik, bersîva pirsên beşdaran da.Beşdaran jî fikir û pêşniyarîyên xwe anîn zimên.

Hemû rêveber li ser girîngîya biryar û bernameya xebatê yên ku pêştir hatibûn tesbît kirin de hemfikir bûn.

Civîn li Teşkîlata PAKê ya Batmanê bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Vahit Aba , Serokê Teşkîlata PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir û hinek rêveberên û endamên PAKê yên li Batmanê ve pêk hat.Civîn ji bo geş kirin û berfireh kirina xebatên PAKê yên li Batmanê bi awayekî berhemdar bi dawî bû.

Piştî civînê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Vahit Aba , Serokê Teşkîlata PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir û hinek rêveberên û endamên PAKê yên li Batmanê seredana mezele endamê PAKê Fexredîn Akin kirin. Heyeta PAKê Alaya Kurdistanê danîn ser mezelê Fexredîn Akin û fatîhayek xwendin .

Fexredîn Akin nêzîkî 45 salane ku di doza azadîya Kurdistanê de ked û xebata wî hebû û endam û kadroyekî PAKê yê Batmanê bû.

Fexredîn Akin di şeva 24ê Çileya Paşîn de bi awayekî nemirovane li mala xwe , li gundê Batmanê hatibû kuştin.

27.01.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

BITÎKNE: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Teşkîlata PAKê ya Amedê bi rêveberên PAKê re civînek li dar xist

BITÎKNE: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik  Li Teşkîlata Mardînê ya PAKê Bû

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e