Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik  Li Teşkîlata Mardînê ya PAKê Bû

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik  (21.01.2021) li Teşkîlata PAKê ya Mardînê li gel rêvebirên PAKê yên Mardînê civînek li dar xist.

Herweha Mustafa Özçelik li Teşkîlata PAKê ya Mardînê bi kesayetên welatperwer ên Mardînê jî hinek hevdîtin pêk anîn.
Ji ber tedbîrên pandemîya Covid-19ê  ev civîn û hevdîtin bi hêjmareke kesayetên vexwendî hatibû sînorkirîn.
Di hevdîtin û civîna li Teşkîlata PAKê ya Mardînê li ser 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê  û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên PAKê hatin nirxandin. Di  derbarê van mijaran de Mustafa Özçelik, bersîva pirsên beşdaran da.Beşdaran jî  fikir û pêşniyarîyên xwe anîn ziman.
Hevdîtin û sohbet û civîna li Teşkîlata PAKê ya Mardînê pêk hat, bi awayekî berhemdar bi dawî bû.

21.01.2021
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin