Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi wefata Seydayê Melle İmadettin Yetiz gelekî xemgînin

.

"Kedkarê doza azadîya Kurdistanê, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwerê Kurd, Seydayê Melle İmadettîn Yetîz(Seydayê Gurdilî) îro êvarê (02.12.2020) ji ber nexweşîya Covid-19yê çû ber dilovanîya xwedê. Seydayê Melle İmadettîn Yetîz nêzîkî 30 rojî ye ku li nexweşxaneya Êlihê tedawîya Covîd-19yê didît.

Seydayê Melle İmadettîn Yetîz eve 60 sale wek rewşenbîr,sîyasetmedar û helbestvanekî, dilsoz ê welatperwer di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de xwedîyê ked û roleke hêja bû.

Seydayê Melle İmadettîn Yetîz, bi helwest û fikirên xwe, bi helbest û têkoşîna xwe her avakar û dilxwazê tifaq û hevkarîyên netewî, niştimanî bû.

Em bi wefata Seydayê Melle İmadettîn Yetîz gelekî xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hogir û hezkirîyên seydayê Melle İmadettîn Yetîz re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be."

02.12.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin