Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em Bi Wefata Birêz Dr. Firset Sofî Gelekî Xemgîn in

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî peyameka sersaxiyê belav kir.

“Parêzgarê Hewlêrê, Birêz Firset Sofî jiber nexweşîya Coronayê îro, Çarşemê 18ê Mijdarê koça dawî kir.

Birêz Dr. Firset Sofî ji gêncînîya xwe de kedkar û xebatkarekî doza azadîya Kurdistanê bû.Wek kadroyekî, wek rêvebirekî, wek parlamenterekî, wek yasazanekî, wek parêzgarekî bi awayekî çalak di nav gel de, di nav xebata pêşde birin û geşedana Kurdistanê de kedeke wî ya hêja hebû.

Birêz Dr. Firset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê karekî berbiçav û nimûne meşand.

Em bi koça dawîya niştimanperwerê dilsoz, kedkarê avakirin û pêşdebirina Kurdistanê Birêz Dr. Firset Sofî gelekî xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hezkirîyên rehmetî re dixwazim.Serê gelê me yê Hewlêrê, serê hemû gelê Kurdistanê sax be.”

18.11.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!