Serokê firaksîyona YNKê: Hikûmetê bi qanûna reforman gavek girîng avêt

Serokê firaksîyona YNKê li parlementoya Kurdistanê ragihand, bi pesenkirina qanûna reforman hikûmeta Kurdistanê gavek girîng avêt.

Navenda Nûçeyan- Serokê firaksîyona YNKê li parlementoya Kurdistanê, Cemal Hewêz piştî pesendkirina qanûna reforman ji alîyê parlementoyê ve, ragihand, pesendkirina qanûna reforman gelekî girîng bû û bi vê yekê hikûmetê gavek girîng avêt.

Cemal Hewêz her wiha got, cara yekemîn e endamên parlementoyê mûçeyê xwe kêm dikin. Êdî her parlementerek tenê bi nîvê mûçeyê xwe xanenişîn dibe, ji wê zêdetir nabe, helbet eger temenê wî/wê ji 45 salan kêmtir nebe û xizmeta wî/wê jî ji 15 salan kêmtir nebe.

Serokê firaksîyona YNKê da zanîn ku pesendkirina qanûna reforman ji alîyê parlementoyê ve pêşhatek girîng bû û got, ev gavek girîng di bicîhanîna dadperwerîyê de ye û serkeftinek mezin e jî bo gelê Kurdistanê.

Parlementoya Kurdistanê îro bi 89 dengan qanûna reforman, ku ji alîyê hikûmetê ve hatibû amadekirin, pesend kir.

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir