Serokê Durziyan: Komên terorîst Şamê birêve dibin, lihevkirin zehmet e!

.

Serokê Ruhanî yê Durziyên Sûriyê Şêx Hikmet El-Hicrî ragihand, niha ti lihevkirin di navbera wan û hikûmeta veguhêz a Sûrîyê de tune ye û ew ji şer re amade ne.

El-Hicrî di hevpeyvînekê de da xuyakirin, danûstandinên wan bi hikûmeta Şamê re berdewam in lê lihevkirin dê zehmet be.

Serokê Ruhanî yê Durziyan li Sûriyê got, “Niha komên çekdar ên terorîst xwe weke berpirs li Şamê dibînin, ev yek jî nayê qebûlkirin li ser asta Sûrî û navdewletî”.

Hikmet El-Hicrî diyar kir, ”Grûpên çekdar li Siwêdayê dê weke xwe bimînin û parêzgehê beparêzin û eger hêzên hikûmeta Şamê berê xwe bidin Siwêdayê dê ev kom li pêş wan rawestin”.

El-Hicrî da zanîn, ”Sûriye niha di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û ew gotarên taîfî red dikin û daxwaza wan ew e, avakirina dewleteke sivîl”.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê