Serokê dewleta Bolîvyayê dest ji kar kêşa

Serokê Dewletê yê Bolîvyayê Ev Morales dest ji kar berda.

Navenda Nûçeyan- Serokê Dewletê yê Bolîvyayê Morales di weşana zindî de ragihand ku wî dest ji kar berdaye.

Moralesê ku daxuyanîya wî li ser medya civakî hat belavkirin, ragihand ku wî dest ji kar berdaye. Moralesî got, “Ji bo ku xwşik û birayên me rastî êriş û fişarên rayedarên dewletê neyên ez dest ji kar berdidim.”

Morales ev yek wekî ‘derbeyeke dewletê nirxand û got, “birayên min ez dixwazim bejim ku dawî li têkoşîna me nehatîye, ji bo aştî û wekhevîyê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha wekî serokê dewletê ji bo ku rewş aram bibe biryarekekê wiha didin.”

Morales, “Ew ên ku l i hemberî me di gelek hilbijartinan de têkçûne me bi dîktatoriyê sûcdar dikin. Bolîvya welatekî azad e. Bolîvya welatekî wiha ye ku aborîyeke wê ya bi rûmet, xurt û serwer heye.”

Cîgirê Serokê Dewletê Alvaro Garcia Linera jî ragihand ku ji ber cîgirtîya serokî mexrûr e û da zanîn ku ew dê heta hetayê pabendî wî bimîne û wî jî destjikarberdana xwe ragihand.

Piştî destjikarberdana Moralesî çalakgerên li kolanan dest bi pirozbahîyan kir lê ragêşîyê li welêt dewam dike.

Welatên cîranê bolîvyayê bertek nîşanî bûyerê dan. Hikûmeta Nikaraguayê rewş wekî ‘derbeyeke li dijî gel’ bi nav kir. Şîlîye banga çareserîyeke bilez û aştîyane kir.

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin