Serokê desteya destpakî: Gendelî, asayîş û aramîya civakê dixe metirsîyê

Îro 09.10.2019ê li bajarê Hewlêrê bi boneya roja cîhanî ya tekoşîna li hember gendelîyê, desteya destpakîya herêma Kurdistanê bi alîkarîya rêxistinên navnetewî ve hin çalakî rêxistin û serokê desteya destpakîyê jî gotarek ve peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan- Di wê merasîmê de serokê desteya destpakîyê li herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer got: ‘’Di pêşekîya peymana Netewên Yekbûyî (NY) de bo tekoşîna li hember gendelîyê de tê gotin; Gendelî, asayîş û aramîya civakê dixe metirsîyê û binê sazîyên demokratîk dikole û nirxên exlaqî û dadperwerî têkdide û serwerîya yasa û pêşketina berdewam dixe bin metirsîyên cidî.’’

Herwaha got: ‘’Gendelî li cîhanê salane sedan milyar dolaran zîyan digehîne aborîya welatan û li welatên nû pêdigehin zîyan ji ber lewazîya sazîyên hukimranîyê û hebûna cureya milmilaneyê û heman demê de lewazîya hişyarîya sîyasî û çanda demokrasîyê zîyan li wan welatan gelek zêdetire heta welatên din.’’

Navborî got: ‘’Em daxwaz ji welatên cîhanê û bi taybet ew welatên hevpeymanin, alîkarbin di têkbirina gendelîyê li welat û herêma me de.’’

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq jî gotarek pêşkeş kir û pêbendbûna Parlamentoya Kurdistanê ya bi tekoşîna li hember gendelîyê û hewldanên çaksazîya hikûmetê jî teqez kir.

Roja 31.10.2003ê Netewên Yekbûyî roja 09.12 ya hersal, wek roja cîhanî ya tekoşîna li hember gendelîyê ragehand û her sal vê rojê de seranserê cîhanê merasîm û çalakîyên cuda bi boneya vê rojê ve tên birêve birin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye