Serokê Brezîlya bo Wezareta Saxlemîyê Generalek Erkdar Kir

Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro bo wezareta saxlemîyê generalek erkdar kir.


Navenda Nûçeyan - Biryara ser erkdarkirina General Eduardo Pazuello di rojnameya fermî de hat weşandin.

Pazueallo, piştî Wezîrê Saxlemî yê berê Nelson Teich di 15’ê Gulanê de karvekişîna xwe ragihandibû, bi awayekî nefermî karê wezaretê dimeşand.

Teich di 17’ê Nîsanê dest bi kar kiribû û medya Brezîlya dabû zanîn ku jiber ku ew naxwaze bo vîrusa korona dermanê bi navê Cloroquin were karanîn, bi Bolsonaro re ketîye nîqaşan.

Wî dabû zanîn ku ew dermanê tayê dikare nexweşîyên din di ber re çêke û herwiha nexwestibû ku Brezîlya bi lezgînî vegere ser karên aborîyê.

Wezîrê berî Teich, Luiz Henrique Mandetta jî piştgirîya mesafeya civakî kiribû û Bolsonaro ew di 16’ê Nîsanê de ji kar dûr xistibû.

 

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê