Serokê AYM’ê: Pêdivî bi hinek guhertinên qanûnî hene

Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan, bal kişand ser binbariya kar a dadgehê û got : “Di pêvajoya heyî de, pêdivî bi hinek guhertinên qanûnî heye.”


Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan, bal kişand ser binbariya kar a dadgehê û got : “Di pêvajoya heyî de, pêdivî bi hinek guhertinên qanûnî heye.”
 
Endamê nû yê Dadgeha Qanûna Bingehîn Selahaddîn Menteş, dê sond bixwe û dest bi erka xwe bike. Serokê AKP’ê yê Giştî  Recep Tayyîp Erdogan, Serokê AYM’ê Zuhtu Araslan, Serokê TBMM’ê  Mûstafa Şentop û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû beşdarî merasîma sondxwarinê bûn. 
 
Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Arslan di merasîmê de axivî û wiha got: “Barê kar tenê ne erka Dadgeha Qanûna Bingehîne. Di pêvajoya heyî de, pêdivî bi hinek guhertinên qanûnî heye.”
 
Arslan, da zanîn ku ji sala 2012’an ve nêzî 236 serlêdanên takekesî ji bo wan hatine kirin û wan jî derbarê 190 hezar serlêdanan de, biryara xwe dane. 
 


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist