Serokatiya Kurdistanê: Civîna li Hewlêrê bi tu awayekê nêrîna Herêma Kurdistanê nîne

.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser civîna ku bi navê “Elselam Walastrdad / Bi Îsraîlê re asayîbûn” li Hewlêrê hat lidarxistin, daxuyaniyek belav kir û got, bi ti awayî ew civîn ne nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanê ya fermî ye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Bi ti awayekê agahdarî civînê û naveroka babetên wê nebû û ew tiştên di civînê de derketine, bi tu awayî nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanî nîne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku her behs û helwest û ber bi pêwendî bi siyaseta derve ve hebe, li gor destûr desthilata Hikûmeta Federalî ye û Herêma Kurdistanê di vî warî de bi tevahî pêgirî siyaseta derve ya Iraqê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Daxwaz ji hemû aliyan û hêzên Iraqî dikin babetê aramtir werbigrin û em hemû çaverêya encama lêkolînê bin ku ji aliyê Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve diçe.”

Doh 25ê Îlonê li Hewlêrê komeke tê îdiakirin ku endamên eşîran bûn di wê civînê de xwestibûn, Iraq jî mîna hin welatên Ereb bi Îsraîlê re li hev bê û tekilî deyne û ev yek bûbû mijara nîqaşê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin