Serokatiya Herêmê: Divê kujerên rojnamevan Wedad Husên bên cezakirin

Serok Barzanî bi saziyên pêwendîdar raspartiye ku, bilez lêkolîneke bi hûrî li vê dozê bikin û tawanbaran bigirtin û wan bidin cezayên yasayî.

Peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah peyamek li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir û tê de dibêje, nivîsgeha Serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêwendî bi Husên Koçer bavê Wedad kir û serxweşî û hevxemiya Serok Barzanî gihande malbata û ragihand ku, nabe tawaneke wiha winda bibe û pêwîst e bi zûtirîn dem de, tawanbar bêne peydakirin û cezaya yasayî werbigire.

Herwiha di peyamnê de , Serok Barzanî bi saziyên pêwendîdar raspartiye ku, bilez lêkolîneke bi hûrî li vê dozê bikin û tawanbaran bigirtin û wan bidin cezayên yasayî.

Termê rojnamevan Wedat Husên Elî yê 28 salî roja 13ê Tebaxê danê nîvro li gundê Sêce ya qezaya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê, hatibû dîtin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist