Serokatîya Herêma Kurdistanê: Em gelekî ji kuştina xwepêşanderên Êraqê nîgeran in!

Serokatîya Herêma Kurdistanê ragihand, ew gelekî ji kuştina xwepêşanderên Êraqî nîgeran in û daxwaz kir, tawankarên wan rûdanan bên girtin û dadgehîkirin.

Navenda Nûçeyan- Duhî li paytexta Êraq, Bexdayê xwepêşander rastî êrişa çekdarî hatin, herî kêm 16 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser wê rûdanê daxuyanîyek belav kir û ragihand, ew gelekî ji berdewambûna tundîyê li dijî xwepêşanderan û kuştina wan nîgeran in. Divê tawanbar demildest bên dîtin û dadgehîkirin.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku xwepêşandana aşitîyane û sivîl mafekî qanûnî û rewa yê welatîyan e û ti carî ew êriş û tundî li dijî xwepêşanderan nayê qebûlkirin.

Serokatîya Herêma Kurdistanê hişyarî jî daye û ragihandîye, divê her kes û alîyek berpirsîyarane hereket bike da ku rewş ji kontrolê dernekeve û tiştên xeter neqewimin, xwîn nerije û hemû di çarçoveya qanûnê de kar bikin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist