Serokatiya Herêma Kurdistanê: Binpêkirin û heqareta li her olekê nayê qebûlkirin

.

- Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “her binpêkirin û bêhurmetiya li hember bîr, bawerî û olekê nayê qebûlkirin û em şermezar dikin.”

Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo ji ber axavtineke xwe bi “heqaretkirina li Pêxemberê Îslamê” tê tohmetbarkirin.

Ji ve vê yekê  biryar hat dayîn ku Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo were desteserkirin.

Biryara desteserkirina wî ji aliyê Dadgeha Lêkolînan a Nînowayê ve hatibû dayîn.

“Herêma Kurdistanê dê heta hetayê bibe nimûneya pêkvejiyana aştiyane û biratiyê”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:

“Di van rojên dawî de bi taybetî li ser torên civakî bertekek berfireh li hemberî daxuyaniyeke ne rast a ji aliyê kesayetiyekî Êzîdî ve tê dayîn.

Em tekez dikin ku her binpêkirin û bêhurmetiya li hember bîr, bawerî û olekê nayê qebûlkirin û em şermezar dikin.

Di heman demê de xeletiya kesekî di her olekê de, divê xeletiya hemû peyrewên wê olê neyê hesibandin.

Ji ber vê yekê jî divê hemû alî li ser çanda hevdu qebûlkirin, tolerans û jiyana hevbeş tev bigerin û rê li ber afirandina gotara hişk, kîn û înkarê bigirin.

Aliyên peywendîdar berpirs in ji lêkolîn û berpirsiyariya yasayî û em her kesî dilniya dikin ku Herêma Kurdistanê dê heta hetayê bibe nimûneya pêkvejiyana aştiyane û biratiyê.

Ti hincet ji bo alozî û tehdîdkirina hemwelatî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê nayê qebûlkirin.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin