Seroka şaredarîya Sûra Amedê hat desteserkirin

Seroka Şaredarîya Qezaya Sûrê ya ser bi Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, Filiz Buluttekin û 2 endamên Encûmena Şaredarîyê îro li malên xwe hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro Înê 20ê Kanûna 2019an, hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê li navçeya Sûra Amedê operasyonek pêk anîn û di ser hin malan de girtin.

Li gor agahîyan, hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê di wê operasyonê de bi ser malên Seroka Şaredarîya Qezaya Sûra Amedê, Filiz Buluttekin û 2 endamên Encûmena Şaredarîyê de girtine û ew li malên wan desteser kirine.

Hatîye ragihandin, hêzên ewlehîyê di çarçoveya lêpirsînekê de ku Serdozgerîya Komarî daye destpêkirin, li malên wan kesan lêgerîn û pişkinîn pêk anîne.

Kesên ku hatine desteserkirin, bo Rêveberîya Asayişê hatine veguhastin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist