Seroka şaredarîya herêmeka Parîsê 200 hezar euro alîkarî da Rojavayê Kurdistanê

Seroka şaredarîya herêma dehemîn ya eyaleta Parîs ya Fransayê, Alexandra Cordebard kujmek dirav wek alîkarî bo xelkê Rojavayê Kurdistanê kom kir.

Navenda Nûçeyan- Seroka herêma dehemîn ya eyaleta Parîsa paytexta Fransayê, Alexandra Cordebard li ser twîttera xwe ragihandîye ku kujmek dirav bi qasî 200 hezar euro bo xelkê Rojavayê Kurdistanê kom kirîye.

Alexandra Cordebard her wiha gotîye, xelkê Parîsê baş dizanin ku deyndarên kurdên Sûrîyê ne û nabe wan bi tenê bihêlin. Ji ber wê jî ew alîkarî kom kirine.

Bi gotina seroka şaredarîya herêma dehemîn ya Parîsê, ew dirav dê radestî dezgeha “Medecin Du Monde” bê kirin. Ew dezgeh di dema şer û alozîyan de xizmetguzarîyên nojdarî pêşkêşî birîndaran dike.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist