Serok Mesud Barzanî: Gelê me bindestî û zordarîyê qebûl nake

Bi boneya 29mîn salvegera serhildana gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ku wek Raperîn tê naskirin, Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Peyama Raperînê ji bo her kesî zelal e, gelê me bindestî û zordarîyê qebûl nake.”

Navenda Nûçeyan - Îro 5ê Adarê 29mîn salvegera serhildana gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ya li dijî rejîma Beis a Iraqê ye ku ji bajarê Ranîye ya ser bi parêzgeha Silêmanîyê ve dest pê kir, ji ber wê jî Ranîye wek derwazeyê Raperînê tê naskirin.

Bi helkevta 29mîn salvegera Raperînê, Serok Barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Pîroz be bîst û nehemîn salvegera Raperîna gelê Kurdistanê. Peyama Raperînê ji bo hemû alîyan zelal e, gelê me bindestî û zordarîyê qebûl nake.”

29 sal berî niha xelkê navçeya Ranîye ya ser bi Silêmanîyê ve, li dijî rejîma Beis a Iraqê dest bi serhildaneke cemawerî kirin û di heyama çend demjimêran de tevahîya sazîyên hikûmetê ketine destê hemwelatîyan.

Piştî Ranîyeyê, serhildana cemawerî ya li dijî Beisê pêl avête bajar û deverên din ên Kurdistanê û heta 20 rojan li ser hev berdewam bû û wê demê Kerkûk jî ji destê hikûmeta Beis hat rizgarkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî: Raperîn daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jîyaneke azad û serfiraz e

 

Serokê Herêma Kurdistanê serkevtina Raperînê weke berhema xebat û qurbanîdana Hêza Pêşmerge, rola gel, yekitî û yekrêzîya alîyên sîyasî  û pêkhateyan û hemû xelkê Kurdistanê bi nav kir. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê parastina destkevtan weke erka her kesekî Kurdistanî dibîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera raperîna Başurê Kurdistanê ya sala 1991an peyamek belav kir û ragihand, “Raperîn ku yek ji serwerîyên mezinên dîroka gelê me ye, derbirîna bawerî û daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jîyanekî azad û serfirazane û retkirina sîtem û zordarîyê bû.”

Nêçîrvan Barzanî Raperîn weke belgeya zindî ya vê rastîyê bi nav kir ku, “yekrêzî û tebayî ya di navbera alîyan û pêkhatên Kurdistanê û aştevayî ya navxweyî, herdem gelê me ber bi serkeftin û serfirazîya zêdetir ve birîye.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye;

Cemawerê serbilind û xweragirîya Kurdistanê

Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera raperîna bi rûmet ya Adara 1991, germtirîn pîrozbahîyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistanîyan li navxwe û derveyê Kurdistanê dikim.

Raperîn ku yek ji serwerîyên mezin ên dîroka gelê me ye, derbirîna bawerî û daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jîyaneke azad û serfirazane û retkirina sîtem û zordarîyê bû. Ked û xebat û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gedeyên gel û yekîtî û yekrêzîya alîyên sîyasî û pêkhatan û hemû xelkê Kurdistanê bû. Parastina destkeftan jî, erk û berpirsîyarîya hemû alîyan û pêkhat û hemû take kesekî Kurdistane û wefadarîyane ji bo gîyanê pakê şehîdên me yên qehreman û hemû qurbanîyên rêya rizgarîya meye.

Kurdistanîyên ezîz!

Gîyanê xweragirî û berxwedana we ji bilî wê yekê ku we lêborînîyê li raperînê da nîşanda, heman ew kultûra mirovdostaneye ku îlhambexş û nexşerêya hemû berxwedan û şoreşên Kurdistanê bi raperînê ve jî bûye. Xebata we, herdem hilgirê bawerî û nerît û biha û cîhanbînîyekî bilind bûye ku hêjayî ewene nifş bi nifşa vî gelî, şanazîyê pêve bikin. Ewe raperîn û daxwaza we bû xûyakir ku zehmete hîç zebir û zeng û serkutkarîyek bikarê rûmet û daxwaza gelê Kurdistanê ji bo jîyanekî serfirazane û armancên wê yên niştimanî bişkîne.

Kurdistanîyên xwedivî!

Raperîn belgeya zîndî ya wê rastîyê ye ku yekrêzî û tebayî ya di navbera alîyan û pêkhatên Kurdistanê û aştevayî ya navxweyî, herdem gelê me berev serkeftin û serfirazîya zêdetir ve birîye. Ji bo wê yekê ji bo pêkanîna hemû armancên me yên niştimanî û mîsogerkirina jîyanekî hêja bi xebat û qurbanîyên gelê me û paşarojeke geştir ji bo nifşa me, divê hewla hemû alîyan û pêkhatan û her take kesekî Kurdistanê li xizmeta zêdetir bi hêzkirina gîyanê tebayî û bingehên pêkvejîyanê û lêborîn û aştîxwazîyê da bê.

Bila bîranîna raperînê û îradeya me, ûze û enerjîya zêdetir ji bo yekrêzî û tebayî û xizmetkirina gel û welat bibexşê.

Bilind û bi rûmet bê salvegera raperîna mezina adara 1991.

Silav ji bo gîyanê pakê şehîdên raperîn û hemû şehîdên Kurdistanê.

Bi boneya 29.mîn salvegera raperîna bihara sala 1991ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek belav kir.

Peyama serokwezîr Barzanî waha ye;

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê de

Îro 29 sal li ser raperîna mezin a gelê Kurdistanê ya sala 1991ê re derbas dibe. Bi boneya vê roja pîroz ve, pîrozbahîyê li gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim.

Raperîna pîroz a sala 1991ê werçerxekî dîrokî bû di xebata tevgera rizgarîxwazîya gelê Kurdistanê de, li hember zulm û dagirkerîyê rabû û ew peyam bi hemû cîhanê re ragehand ku gelê Kurdistanê bindestî û tepeserî û înkara mafên wê yên rewa red dike.

Raperîna mezin a Adar a 1991ê berhemê yekgirtû û yekrêzî ya hemû çîn û tebeqe û pêkhateyên Kurdistanê bû. destkeftên na yên gelê Kurdistanê û ew avadanî û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê û pêgeha dîyar a herêma Kurdistanê nav civaka navnetewî de berhemê şoreş û serhildanên berdewam ên xelkê Kurdistanê û nav wan de jî raperîna mezin a 1991ê ye. Pêwîste bi heman ruhê yekrêzî û yekdengîya raperînê ve parêzgarî li destkeftên xwe yên niştimanî em bikin.

Salvegera raperîna Adar a 1991ê pîroz be û Kurdistan jî berdewam aram û avadan be.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da