Serok Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê civiyan

Serokê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û dawî pêşhatên navçeyê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser rokberiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Iraqê. Serok Barzanî nerîn û têbîniyên xwe li ser hilbijartinên bê yên Iraqê û yasaya hilbijartinê ji Nûnera Sekretera Giştî ya Netewên Yekgirtî re diyar kirin.

Her di wê civînê de, serdana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê bi erênî hat nirxandin. Girêdayî bi devera Şingalê jî, her du aliyan tekezî li wê kirin ku pêwîst e rewşeke libar bê dirustkirin, ji bo xelkê Şingalê yê koçber bikarin vegerin ser mal û milkên xwe.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin