Serok Barzanî telefona bavê wî zarokê kurd kir

Serok Mesûd Barzanî telefona bavê wî zarokê kurd yê Rojavayê Kurdistanê kir ku li bajarê Serê Kanîyê di êrişa artêşa Tirkîyê de birîndar bûye.

Haber Merkezi-  Serok Mesûd Barzanî telefona bavê wî zarokê kurd yê Rojavayê Kurdistanê kir ku li bajarê Serê Kanîyê di êrişa artêşa Tirkîyê de birîndar bûye.

Roja 18 vê mehê, zarokekî kurd bi navê Mihemed Hemîd li bajarê Serê Kanîyê, ku niha ketîye destê Tirkîyê, di êrişa artêşa Tirkîyê de birîndar bibû. Ew zarokê kurd niha li Duhokê tê dermankirin.

Tê gotin ku ew zarokê kurd bi çekên qedexe birîndar bûye, ji ber wê jî di demek kurt di nav kurdan û cîhanê de deng veda.

Serok Barzanî îro bi telefonê bi bavê Mihemed re peyivî û hevxemîya xwe bo birîndarbûna kurê wî anî ziman û ragihand, çi pêwîst bike bo dermankirina Mihemed, ewê bikin.

Serok Barzanî bo pirsa Rojava peyamek ji Rûsyayê ra şand

Ji alîyê din Serok Mesûd Barzanî bo rewşa Rojavayê Kurdistanê peyamek ji Rûsyayê ra peyame şand.

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser facebookê aşkere kir ku îro roja  dûşemê 21-10-2019an serdana Konsolxaneya Giştî ya Rûsyayê li Herêma Kurdistanê kirîye û ligel Konsolê Rûsyayê yê Herêma Kurditanê Oleg Levin civîyaye. 

Herwiha Hêmin Hewramî ragihandîye di wê serdanê da wî peyamek taybet a Serok Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê bo berpirsên bilind ê Rûsyayê giyandîye Konsolxaneya Rûsyayê li Herêma Kurdistanê. 

 

Kaynak: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî