Serok Barzanî piştevaniya xwe bo projeyên hikûmetê yên çaksaziyê û baş kirina rewşa Pêşmerge ragehand

Serok Mesûd Barzanî piştevaniya xwe bo projeyên hikûmetê yên di warê çaksaziyê û baş kirina rewşa Pêşmerge de ragehand.

Navenda Nûçeyan- Li gor malpera fermî ya serok Barzanî;  

Roja şemî 14.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirsê Desteya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyiyên Partiya Demokrata Kurdistanê û her sê Sekreteriyeta Afretan(Jinan) û Qutabiyan(Xwendekaran) û lawan(Ciwanan) civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê û her wiha balkişand li ser gefên li pêş gelê Kurdistanê û çawayiya rûbirûbûna wan. Serok Barzanî behsa rola bi bandor û yek alîkerê Partiya Demokrata Kurdistanê ya li parastin û berevanîkirina Kurdistanê û ragihand ku li hilbijartinên bihurî da xelkê Kurdistanê padaşta helwestên PDK da.

Her li vê civînê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo proje û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li babeta çaksazî ya li warên cûda cûda de, her wiha rêxistin û baştirkirina rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî û bi hengavekî girîngê pêşketina Herêma Kurdistanê da zanîn.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser girîngiya rêxistinên jin û xwendekar û ciwanan, tekez li ser pêşengbûna rola jinan, xwendekar û ciwanan ya li hemû guhertin û pêşveçûnek de kir. Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo daxwaziya ciwan, xwendekar û jinan ragihand û daxwaz jî kir ku ew sê rêxistinên girîng ji bo wan prensîpên xwe vegerin ku bi wê navê de hatine damezrandin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist