Serok Barzanî peyamekî serxweşîyê belav kir

Bi boneya koça dawî ya kesayeta olî û civakî Serok Mesûd Barzanî peyamekî serxweşîyê belav kir.

Navenda Nûçeyan- Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka peyamê wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê

Bi mixabinîyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetîyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşîyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim gîyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovanîya xwe û hedarê bide hemû alîyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”

Mesrûr Barzanî jî peyamekî serxweşîyê belav kir

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyameke serxweşîyê belav kir.

Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî waha ye:

“Bo malbata rêzdar ê Şêx Osmanê Sîrê

Cihê Daxê ye me nûçeya koça dawîya kesatîya nasyayî  ya olî û civakî Şêx Ûsman Sîrê bihîst.

Pirse û serxweşîyê pêşkêşîyê li malbata  we yên birêz dikim û hêvîdarim Xwedayê mezin wî bi behştê şad bike û aramî û hedarîyê bi kasûkarên wî bide.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist