Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir  

.


Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir.

Şeva borî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê. Di yekem cîvînên xwe de jî, Hulusî Akar ligel Serok Barzanî civiya.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hemahengiya leşkerî û ewlekariyê mijarên sereke yên civînê bûn.

Biryar e Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî wê civînê, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Li gor zanyariyan, yek ji tewerên sereke yên civînên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, rewşa navçeyên sînorî ye ku duhî ew pirs ligel berpirsên Iraqê jî guftûgo kiribû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin