Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet ê Amerîkayê yê karûbarê Sûrîyê kir

Îro 18.02.2020ê li Selahedînê Serok Barzanî pêşwazî li nûnerê taybet ê Amerîkayê yê karûbarê Sûrîyê James Jeffrey û şandeyekî li gel kir.

Navenda Nûçeyan - Hevdîtinê de rewşa sîyasî û pêşketinên li Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna terorîstên DAIŞê li Iraqê hatin guftûgo kirin.

Beşeke din ê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa Sûrîyê û hewkêşên li wî welatî û nêrîn derbarê rola alîyên kurdî de d pêşketinên Sûrîyê de hatin pêşkeş kirin û Serok Barzanî dîyar ku pêwîste di her rewşekî de rê li wê yekê bê girtin ku gelê kurd li Sûrîyê rastî pirsgirêkê bê û çarenivîsa wî ne dîyar be û naha bi ti awayekî guhertina demografî li bakurê rojhilatê Sûrîyê pêkbê.

Herwaha peyvendîyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê yek ji mijarên din ê hevdîtinê bû û hemahengî û karên hevbeş ên her du alîyan bo şerê djî terorê bilind hat nirxandin û berfirehtir kirina hemahengîya her du alîyan di warên cuda de jî hat gotûbêj kirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist