Serok Barzanî pêşwazî li nûnera sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir.

Îro (14 Sibatê) li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û danustandinên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî û her wiha astengên li ber rêkeftina Şingalê de hatin axaftin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina NY li Iraqê tekez li wê yekê kir ku NY hana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê dide ku li diyalog û rexsandina rewşa erênî ya ji bo serxistina danûstandinan û bi desthatina çareseriya guncav ya ji bo kêşeyên di navbera wan de berdewam dibin.

Serok Barzanî jî piştgiriya xwe ji bo diyaloga berdewamiya di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê di çarçoveya Destûrê de ragihand û eve jî dupat kir ku eger di salên derbasbûyî de Destûr wekî xwe bihata bicîhanîn, gelek ji wan kêşe û giriftan nedibûn ku niha li navbera her du aliyan de hene.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin