Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Îmarata Yekgirtîya Erebî kir

Îro, Sêşembîyê, 3/12/2019 li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî pêşwazî kir li Ehmed Elzahirî, konsulê giştîyê Îmarata Yekgirtîya Erebî li Hewlêrê.

Navenda Nûçeyan- Di dîdarê de, konsulê giştî yê Îmaratê li Hewlêrê, silavên Şêx Mehemed Bin Zayîd Al Nihyan, cihnişînê Ebûdebî bi sero Barzanî re ragehand û kureteyek ji alîkarîyên welatê xwe ji aware û penaberên Herêma Kurdistanê re, bo serok Barzanî behis kir. Tekez jî li ser wê yekê kir, ku welatê wî, berdewam dibe li ser alîkarîkirina aware û penaberan li Herêma Kurdistan û Îraqê.

Rewşa sîyasî Îraqê, deverê, peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî de tewereke dî ya kombûnê bû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist