Serok Barzanî: Nabe welat tûşî şerê bi wekalet were kirin

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (07.01.2020) derbarê geşedanên vê dawîyê yên li Iraq û herêmê de daxuyanîyek belav kir û têde ragihand ku rewşeke metirsîdar li navçeyê û Iraqê derketîye holê.

Navenda Nûçeyan- Serok Mesûd Barzanî derbarê geşedanên vê dawîyê yên li herêmê de daxuyanîyek da û ragihand ku nabe welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke were kirin. Serok Barzanî herwiha dibêje Serok Mesûd Barzanî dibêje ku rewşeke metirsîdar li herêmê derketîye holê.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (07.01.2020) derbarê geşedanên vê dawîyê yên li Iraq û herêmê de daxuyanîyek belav kir û têde ragihand ku rewşeke metirsîdar li navçeyê û Iraqê derketîye holê.

Di daxuyanîyê de Mesûd Barzanî dibêje: “Di heyama ev çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelek metirsîdar li navçe û Iraqê derketîye holê û ji hemû alîyan ve hest bi metirsîyeke mezin tê kirin. Di vê rewşê de pêwîstî ji bo peydakirina çareserîyê, li guhdana aqil û mantiq heye, neku li dûvketina dirûşm û nîqaşên bêsûd.”

Serok Barzanî herwiha got: “Niha rewş gelek aloz e, û ji bo vê yekê divê hemû alîyên vî xelkî ku hest bi berpirsîyarîyê dikin, bi aqil û hîkmetê çareserîyeke guncaw peyda bike ku di xizmeta herkesî de be.”

Barzanî di beşeke din a daxuyanîya xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsan amadekarîyê bikin û got: “Eger pêwîstî ji bo peydakirina çareserîyê hebe em dê kêmasîyê nekin, lê divê welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nedîyar neyê kirin.”

 

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye