Serok Barzanî ligel fraksîyonên PDK û pêkhateyên netewî li encûmena parêzgehan civîya

Serok Mesûd Barzanî li gel fraksîyonên partî û pêkhatên Kildan Siryan Aşûr li Encûmena Parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanî civîya.

Navenda Nûçeyan- Di vê civînê da ronahî xistin li ser karubarên Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê û rola encûmenê li çareserkirina giriftên xelk û dabînkirina xizmetguzarîyê û amadebûyên civînê têbînî û pêşnîyarên xwe yên ji bo baştirkirina karê encûmenan û xizmeta zêdetirê xelkê, bi Serok Barzanî gihandin.

Di beşeke din a vê civînê da Serok Barzanî li gotarek da spasî erk û keda Encûmena Parêzgehan û Fraksîyonên Partî û Pêkhatan kir û pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşê di navbera wan de hebû.

Di derbarê çawayîya karkirin û hêlên giştîyên erk û karê Encûmenên Parêzgehên Herêmê Serok Barzanî şîret û rênîşandanên pêwîst ji bo amadebûyên civînê xisterû.‎

 

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist