Serok Barzanî: Li hember ewên ku ti caran xwe neçemandine rêzên min pir zêde ye!

Serok Barzanî îro 25.09.2019ê li duyem salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragehand, îro rojekî dîrokî ye.

Serok Barzanî îro 25.09.2019ê li duyem salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragehand, îro rojekî dîrokî ye.

 

Serok Barzanî di peyamekî xwe ya kurt a li ser pêgeha xwe ya fermî ya twitterê de ragehand: ‘’Îro rojekî dîrokî ye û li hember ew kesên ku ti deman xwe neçemandine rêzên min pir zêde ye.’’

 

 

Roja 7ê Hezîran a 2017ê civîneke piranî alÎyên siyasî ya bi serpereştîya serokê berê yê herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî de û di bin navê lijneya bilind a referandûmê de biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê di roja 25ê Îlonê de birêve biçe hat dayîn û roja 25.09.2017ê li hemû bajar û bajarokên herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê bi amadebûna çavdêrên navxwe û navdewletî ve birêve çû û sedî 92.73 xelkê Başûrê Kurdistanê dengê ‘’Belê’’ da ji bo serxwebûna Kurdistanê.

 

Herçend ji ber bûyerên 16ê cotmeha 2017ê encamên referandûma serxwebûnê bi awayekî demkî hatine cemidandin jî, lê li gor hemû pêwerên yasayî û navdewletî referandûm bi temamî yasayî bûye û wek belgeyekî zêrîn ê dîrokî ye û wek tapoya serxwebûna Kurdistanê tê hesibandin û beşek ji netewa kurd li beşekî Kurdistanê bo yekem car bi awayekî azad û demokratîk deng derbarê mafê çarenivîsa xwe de daye.

Basnews

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be