Serok Barzanî: Leyla Qasim mînaka qehremanîya keça Kurd û sembola azadîxwazîya mirovê Kurd e

Bi boneya derbasbûna 46 salan bi ser bidarvekirina Leyla Qasim re, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan - Serok Barzanî di peyama xwe de radigihîne, Leyla Qasim mînaka qehremanîya keça Kurd û sembola azadîxwazîya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanazîyekê hilbijart, lê belê amade nebû jîyana serşorî û bindestîyê qebûl bike.

Leyla Qasim berî 46 salan û di roja 12.05.1974ê de ji alîyê rejîma Beis ve hat bidarvekirin. Keça kurd a çalak û jîr Leyla Qasim sala 1952yê li Xaneqînê ji dayîk bûbû û yek ji wan keçan e ku di dîroka sîyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêrîyê tê nasîn.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremanîya keça Kurd û sembola azadîxwazîya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanazîyekê hilbijart, lê belê amade nebû jîyana serşorî û bindestîyê qebûl bike.

Silav li gîyanê pak ê şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên rêya azadîyê...

Mesûd Barzanî
12.05.2020

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist