Serok Barzanî: Kîmyabarana Helebceyê zilmeke pir mezin bû li dijî xelkê Kurdistanê

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê peyamek weşand û tekez kir ku ev tawan berpirsyariyeke dîrokî û yasayî ya li ser milê Iraqê ye û divê Iraq gelê Kurdistanê qerebû bike.

Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Adarê li ser hejmara xwe ya tora civakî (X) bi boneya salvegera kîmyabarankirina Helebceyê daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser taybetmendiya vê tawana hov û got: "Tawana kîmyabarankirina Helebceyê zilmeke pir mezin bû li dijî xelkê Kurdistanê. Li ti derê cîhanê nehatiye dîtin ku dewletek bi çekên kîmyawî jenosîdê li dijî hemwelatiyên xwe bike, lê li Iraqê ev tawana mezin li dijî gelê Kurdistanê hat encamdan."

Serok Barzanî diyar kir, tevî ku tawana Helebceyê hovîtiyekî bêhempa bû, hîn jî li Iraqê hinek kesên şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne. Herwiha Serok Barzanî destnîşan kir, divê hişmendiya dijî mafên Kurdan bidawî bibe.

Serok Barzanî tekezî li ser mafê qerebûkirinê kir û ragihand: "Tawana Helebceyê û hemû tawanên borî, berpirsyariyeke dîrokî û yasayî ya li ser milê Iraqê ye û divê dewleta Iraqê gelê Kurdistanê qerebû bike."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de silav ji bo giyana paqij a şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê şand.

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin