Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne

.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya bi minasebeta salvegera komkujiya Helebceyê de got, “Tevî wê tawana hovane hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne.”

Serok Mesûd Barzanî îro minasebeta salavegera 38an a kîmyabarana li Helebceyê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

"Zilmeke gelekî mezin bû"

Serok Barzanî tawana kîmyabarankirina Helebceyê wekî "zilmeke gelekî mezin" a li dijî xelkê Kurdistanê bi nav kir û got:

"Li ti derên cîhanê nebûye ku dewletek bi çeka kîmyayî komkujiyê li welatiyên xwe bike.”

Serok Barzanî her wiha got, "Lê li Îraqê ev tawana mezin li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin."

Serok Barzanî di heman demê de tekez kir ku berpirsyariyeke dîrokî û yasayî li ser milê Îraqê ye.

Wî da zanîn ku divê Îraq tezmînatê bide qurbaniyên wê tawanê.

Tevahiya peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

"Tawana kîmyabarankirina Helebceyê zilmeke gelekî mezin bû li dijî xelkê Kurdistanê.

Li ti derên cîhanê nebûye ku dewletek li hemberî welatiyên xwe komkujiyê bike lê li Îraqê ev tawana mezin li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Tevî wê tawana hovane hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne.

Tawana Helebceyê û hemû tawanên raborî, berpirsyariyeke dîrokî û yasayî ya li ser milê Îraqê ye û tezmînatê bide gelê Kurdistanê.

Em di vê bîranînê de silavan ji ruhê pak ê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin."

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin
Serok Barzanî: Kîmyabarana Helebceyê zilmeke pir mezin bû li dijî xelkê Kurdistanê