Serok Barzanî: Em serê xwe natewînin

Serok Barzanî: Em serê xwe natewînin

Îro di sêyem salvegera referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an de Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Îngilîzî peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em xwe natewînin”, weke amajeyek ji bo îradeya gihiştina hêviyên neteweya Kurd.

“Em xwe natewînin” yek ji gotinên herî diyar ên di şerê Pirdê de bû li dijî çekdarên Heşda Şe'bî ku Pêşmergeyekî ji bo hevalên xwe ev gotin bi kar anî û ji wan dawxwaz kir ku rûbirûyî çekdarên Heşda Şe'bî û êrîşên wan ên ser Pêşmerge bibin û gotibû: “Xwe netewînîn.”

Sê sal berê, di rojeke weke îro de proseya dengdanê ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê birêve çû.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê